Pêşbirka Wîkîpediya Kurdî - 2023

From Meta, a Wikimedia project coordination wiki
This page is a translated version of the page Kurdish Wikipedia Editathon - 2023 and the translation is 67% complete.
Outdated translations are marked like this.
Pêşbirka Wîkîpediya Kurdî - 2023

Kurd Wikipedia Editathon - 2023 projeyeke hevpar e ku ji aliyê Wîkîpedîstên kurd ve bi meqseda çêkirina gotarên nû yên bi kalîteya bilind li Wîkîpediya Kurdî tê lidarxistin. Ev pêşbirk bi meqseda komkirina bikarhênerên bitecrûbe û nûhatî xisûsen ji bo berfirehkirina bingeha zanînê di her du zaravayên soranî û kurmancî de bi rêya çêkirina gotarên nû, baş-lêkolî ye.

Her kesekî ku dişê li ser Wîkîpediya kurdî beşdarî bike, dikare tevlî projeyê bibe, lê belê ev proje beşdarbûna wan kesan teşwîq dike ku bi kultur, dîrok û zimanê kurdî re dilsoz in. Ger tu edîtorekî bitecrûbe bî an kesekî bi hêvî yê dixwaze beşdariya xwe ya ewil bike bî, ev pêşbirk ji bo pêşwazî dike ku hûn pisporiyên xwe parve bikin an jî di rêwîtiya nû ya hînbûnê de dest bi kar bikin. Bikarhêner dikarin gotarên li ser mijarên ku bi eleqedariya xwe pêşniyar bikin û çêkin, hemû bi armanca zêdekirina kalîteya naveroka li ser Wîkîpediya kurdiya soranî (ckbwiki), û Wîkîpediya Kurdî (kuwiki)yê.

Beşdarbûn jî derfet dide ku xelatên fantastîk werbigire wek naskirina tevkariyan. Herwiha beşdar dikarin bi tercimekirina naveroka ji Wîkîpediyayên din alî bikin, ku di her du ckbwiki û kuwikiyan de berdestbûna agahiyên bi kurdî zengîntir bikin.

Ev pêşnirk wê di 1ê kanûna pêşîn a 2023an de dest pê bike û heta 31ê kanûna pêşîn 2023ê dewam bike. Di vê rêwîtiya xwe ya bi heyecanî ya mehekê de tevlî me bibin û gotarên nû yên kalîte-bilind çêkin û Wîkîpediya Kurdî li ser her du ckbwiki û kuwikiyê dewlemend bikin.

Bi ""qeydkirina navê xwe yê bikarhêneriyê"" û xwendina ""talîmatan dest pê bike. Ji bo vê, li ser tabên li jor çav bigerîne, û em bi hev re ferqekê deynin holê.